Kesên sedema derketina şer nizanin, berdêla herî giran a şer didin.
Ev yek di rapora dawî ya Fona Alîkariya bo Zarokan a NY UNICEF de careke din derket pêş.
UNICEF’ê ragihand ku ji 2005’an heta niha bêtirî 120 hezar zarok di dema şer de mirine yan jî birîndar bûne.
Metirsiya li ser zarokan careke din bi raporên rêxistinên navnetewî eşkere dibe.
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) beriya konferansa navneteweyî ya parastina zarokan de daxuyaniyek weşand.
Di raporê de, hat ragihandin ku ji sala 2005’an ve bêtirî 120 hezar zarok li welatên cuda di şerên çekdarî de seqet bûne yan jî hatine kuştin.
Rêvebera UNICEF’ê Catherine Russell (Katerîna Rusil) diyar kir ku ji bo di şeran de zarok baştir bên parastin divê li ser asta cîhanê xebateke xurtir bê kirin û got,
“Her şer, di dawiyê de şerê li dijî zarokan e.”
Di daxuyaniya UNICEF’ê de daneyên din ên balkêş ên li ser zarokên ku ji şer bandor bûne hene.
Li gorî vê yekê, ji sala 2005’an, herî kêm 105,000 zarok ji aliyê hêzên çekdar an komên çekdar ve kirine leşker an jî ji bo pevçûnên rasterast hatine wezîfedarkirin.
Herwiha herî kêm 32 hezar zarok hatin revandin.
Li gorî daneyên UNICEF’ê bêtirî 16 hezar zarok jî destdirêjiya zayendî li hemberî wan hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin, bêtirî 16 hezar êrîş li dijî dibistan û nexweşxaneyên ku rasterast zarokan bbandor dike pêk hatine.
UNICEF’ê diyar kir ku li gorî daneyên ji bêrirî 30 şerên li Afrîka, Asya û Amerîkaya Latîn hatine bidestxistin, bûyerên îstîsmar û şîdeta li dijî zarokan dikarin bên tesbîtkirin.
Her wiha rêxistinê destnîşan kir ku ji ber êrîşên nehatine ragihandin dibe jimara rastî gelek zêdetir be.
Di daxuyaniyê de her wiha agahî hat dayîn ku bi mîlyonan zarok ji cih û warên xwe bûne, heval û xizmên xwe winda kirine, an jî ji dê û bav û xizmên xwe hatine veqetandin.



