Mazlum Dag û Abdurraham er 44 rojin di greva birçîbûnê de ne

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê dîlgirtî ne, li hemberî zexta PDK’ê ya li xwekirina cilên bi yek tîpî û kiryarên xerab, 44 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Di 17 Tîrmeha 2019’an de li dijî wezîfedarê Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê dîplomatê tirk Osman Kose êriş pêk hat.

Di êrişê de Kose û welatiyê Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan jiyana xwe ji dest dan.

Mazlûm Dag û Abdurahman Er bi sedema vê êrişê hatibûn girtin. Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin.

Li gorî nûçeya ku ajansa Roj News`ê parve kiriye, Mazlûm Dag û Abdurrahman Er, ji roja ku xistin Girtîgeha Hewlêrê û vir ve binpêkirina mafên wan timî dikeve rojevê.

Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er herî dawî ji ber zexta li xwekirina cilên bi yek tîpî di 18’ê Gulanê de ketin greva birçîbûnê.

Çalakiya Dag û Er di roja 44’an de didome. Rewşa tenduristiya Dag û Er her ku diçe xirab dibe.

“Rêveberiya girtîgehê dibêjin ‘li nexweşxaneyê bijîşk tune ne û derman tune ne.’ Me bi mirinê re rû bi rû hiştine.

Mazlum Dag û Abdûrehman Er 5 sal in li Hewlêrê tên ragirtin

Back to top button