Welatiyê binavê Hesen şêx Dawûd bang li xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike weke rêbazeke berxwedanê li hember dorpêça li dijî herêmê û êrişan berdewam pişta xwe bidin xwe û çandiniyê bikin.
Hesen şêx dawûd ji 2014′an dest bi çandina rûbera xwe ya biçûk kir,
Piştre proje fireh kir û niha tê de hezar dar û gelek cureyên sebze çandine.
Hesen got hezkirina wî ji xweza û xebatên çandiniyê re hişt ku vê tecrûbeyê pêk bîne.
Dawûd dem û keda xwe ji bo serkeftina projeya xwe da li kêlek wê jî berhema zêde difiroşe.
Hesen ji mala xwe sebze û fêkiyan dabîn dike,
Ji ber ku ev yek fikra xwetêrkirinê li herêmê pêk tîne.
Her wiha pêdiviyên xizm û dostên xwe jî peyda dike,
Li herêmeke çandiniyê weke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, projeyên çandiniyê û hwd xwedî girîngiyek e,
Û bandoreke erênî û aktîf li aboriya herêmê dike.
Li gel dorpêça li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêdivî bi lêkolînkirina rê û rêbazên nû hene.
Her wiha Rêveberiya Xweser jî girîngiyekê mezin dide projeyên pişta xwe didin aboriya komînal.