Li Meksîka ji ber germahiyê 112 kes mirin

Li Meksîkayê dawiya hefteyê germahî zêde bû.
Bi germbûna rewşa hewayê re rêjeya kesên jiyana xwe ji dest dayîn derket 112’yî.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Tenduristiye ve hat dayin, ji ber germahiya hewaye ya ku li hin navçeyen welet 50 pile bû, jimara kesen ku jiyana xwe ji dest dan derket 112’an.

Hate diyarkirin ku piraniya mirinan di navbera 18-24’ê Hezîranê de, yên din jî di hefteyên borî de pêk hatine.

Herî zêde mirin li eyaleta Nuevo Leon a bakur bû.

Li eyaletê mirina 64 kesî hate tomarkirin.

Li Tamaulipasê 19 û li Veracruzê jî 15 mirin.

Li gor agahiya Servîsa Meteorolojiyê ya Neteweyî ya Meksîkayê (SMN) ji 4 pêlên germê yên ku îsal dihat pêşbînîkirin 3 jê derbas bûn.

Hat ragihandin ku pêla germê ya despêkê di navbera 1-10ê Nîsanê de, pêla germê ya duyemîn di navbera 3-12’ê Gulanê da û ya sêyemîn jî di navbera 1-22’ê Hezîranê da bi bandor bû.

Back to top button