Ji Polonya bo ye gefa koçberan

Serokwezîrê Polonya Morawiecki got: Em ê ji hemû planên YE yên ku me neçar dikin penaxwazan qebûl bikin re bêjin na.

Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki plana polîtîkaya penaberiyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) rexne kir.

Morawiecki diyar kir ku welatên endam bi biryar in ku her plana ku penaber neçarî qebûlkirinê bike veto bikin û got,

“Êrîş li ser rêya Ewropayê ye.

Sînorên Ewropayê ne ewle ne.

Ewlehiya niştecihên parzemîna me di xetereyê de ye.”

Serokwezîrê Polonyayê ragihand ku ew ê di lûtkeya serokên Yekîtiya Ewropayê ya ku li Brukselê hat lidarxistin de ji bo ewlehiya sînoran planekê pêşniyar bikin.

Plana di destpêka meha Hezîranê de ji hêla endamên Yekîtiyê ve hat pejirandin, rê dide welatên bi serlêdanên giran ên penaberiyê re rû bi rû ne, ji welatên din ên endam alîkariyê bixwazin. Di rewşeke wiha de tê pêşbînîkirin ku rêjeyek diyar a penaxwazên serlêdana penaberiyê dikin li welatên din belav bibin. Welatên ku naxwazin penaberan qebûl bikin, tê plankirin ku ji bo her koçberekî ku red bikin 20 hezar euro bidin û ev pere wê ji bo foneke ku dê projeyên ji bo koçberan fînanse bike bê şandin.

Polonya û Macarîstan li dijî vê rêziknameyê ku bi piraniya 2/3’an hat qebûlkirin, ne.

Polonya di mijara penaxwaziyê de li hember Brukselê li ber xwe dide

Serokwezîrê Polonya Morawiecki diyar kir ku di vî warî de planên wî diyar in û ev tişt anî ziman:

Em ê ji bo bicihkirina koçberan, binpêkirina mafê vetoyê yên welatên endam û prensîba azadîyê ya hin dewlet bi tena serê xwe wekî biryarder tevdigerin û cezayên ku ji alîyê Brukselê ve tên sepandin re bêjîn “na”.

Ji bilî Polonya û Macarîstanê, Komara Çekê jî li dijî kotaya penaberiyê ya ku di sala 2015’an de ji aliyê YE’yê ve hatibû qebûlkirin derketibû. Di sala 2020’an de Dîwana Edaletê ya Ewropayê biryar da ku van welatan li dijî rêziknameyên Yekîtiyê tevnegeriyane û qanûn binpê kirine.

Frontex: Rêjeyekeî zêde derbasî YE bûye

Hate diyarkirin ku di van demên dawî de koçberiya neqanûnî ya ber bi YE’yê ve zêde bûye.

Li gorî daneyên Ajansa Parastina Sînor a Yekîtiya Ewropayê (Frontex), îsal di navbera Çile û Gulanê de bêtirî 50 hezar û 300 hewldanên ji bo xwe gihandina YE pêk hatiye.

Ev dane li gorî heman sala borî du qat zêde bûye.

Lewra hat diyar kirin ku ji sala 2017’an ve, ev yek rêjeya herî zêde ye ku tê dîtin.

Back to top button