Ji DYA bo Koreya Bakur: Koreya Bakur moşekên nukleerî biceribîne wê bersiveke bihêz bigre

Rêveberiya Waşîngton û Seulê ji tevgera Koreya Bakur bihêrese.
Waşîngtonê, Koreya Bakur hişyar kir û got;
Ger moşekên nukleerî biceribîne wê ji Amerîka, Koreya Başûr û cîhanê bersiveke bihêz bigre.

Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîka Wendy Sherman li paytexta Koreya Başûr bi hempîşeya xwe re civiya.

Piştî civînê Sherman got:

“Her ceribandinek nukleerî bi tevahî biryarên Konseya Ewlekariyê ya NY binpê dike û ceribandinek wiha wê bersivek bilez û tund hebe.”

Amerîka jî dê li ser vê mijarê bi Koreya Başûr û Japonyayê re hevdîtinên sê alî bike.

Gotinên Sherman piştî ceribandinên mûşekên balîstîk ên menzîl kurt ku ji hêla Koreya Bakur ve di dawiya hefteyê de hatin avêtin, pêk hat.

Serokê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navdewletî Rafael Grossi, di daxuyaniyekê de got, rêveberiya Pyongyangê navendên nukleerî yên li Yongbyon berfireh dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji despêka salê ve Kureya Bakur 17 muşekên balistîk ceribandine.

Back to top button