Ciwanên heremê bi meşekî tecrîd şermezar kirin

Tevgerê ciwanan ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşeke girseyî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û Şoreşa 19’ê Tîrmehê silav kir.

Tevgerên ciwanan ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Bi rihê 19’ê Tîrmehê dîwarê Îmraliyê hilweşînin, cenga azadiyê ser bixin” meşeke navendî li bajarê Hesekê li dar xist.

Meş li çerxerêya Kevokê ya taxa Til Hecer dest pêk kir.

Meş li ber Parka 4’ê Nîsanê ya taxa Mişêrfê rawestiya û deqeyeke rêz hat girtin.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhad Hesen axivî û Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rêber APO û cangoriyên azadiyê pîroz kir.

Ferhad Hesen teqez kir ku ew weke ciwan wê li dijî tecrîdê heta dawî têbikoşîn û dagirkeriya tirkiyê têk bibin.

Çalakî bi gotina stranan bi dawî bû.

Back to top button