CÛD: Rejîma Esed çareseriyê naxwaze, lewma kongreya me asteng kir

Di demekê de ku Eniya Niştimaniya Demokratîk (CÛD) li Şama paytext, amadekariyên lidarxistina kongreyê xwe yê damezrîner dikir, hikumeta Şamê ew asteng kir û rê neda lidarxistina wê.
Endamê desteya amadekar a avakirina CÛD Mihemed Melak ji Ronahî TV re got; ji ber em banga çareseriyeke siyasî bo aloziya Sûrî dikin, rejîm me weke gefeke mezin dibîne.

Şemiyê, Hikumeta Şamê rê neda lidarxistina Kongreyê damezrîner ê Eniya Niştimaniya Demokratîk (CÛD) li Şama paytext û hêzên wê yên ewlekariyê cihê lidarxistina Kongreyê girt.

Eniya Niştimaniya Demokratîk CÛD ji ber astengiyên rejîma Esed û rêgirtina li pêş lidarxistina kongreyê xwe yê damezrîner, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

“Astengiyên hikumeta Şamê em matmayî nehiştin, ji ber CÛD banga çareseriyeke siyasî li gorî biryarên navdewletî û avakirina desteya hikumeteke veguhêz li şûna rejîma heyî dike.

Projeya CÛD a komkirina hêzên niştimanî yên demokratîk di yek eniyê de ku nûnertiya hemû Sûriyan bike, armanc dike rejîmê ji binî ve biguherîne, ji ber vê rejîm weke gefeke mezin lê dinêre.”

Daxuyanî balê dikişîne ser hilbijartinên serokatiyê jî û banga boykotkirina wan dike, her wiha banga derxistina hemû hêzên biyanî ji xaka Sûriyê dike.

Eniya Niştimaniya Demokratîk CÛD rênedana lidarxistina kongreyê xwe şermezar kir û teqezî li ser dewamkirina xebatên xwe li hundir û derveyî welêt kir.

Têkildarî vê mijarê, Endamê desteya amadekar a avakirina CÛD Mihemed Melak, ji bernameya Me’l Hedes a televizyona me re axivî.

Mihemed Melak diyar kir ku ew weke Eniya Niştimaî bang çareserkirineke siyasî bo aloziya Sûrî dikin, lê rejîm hemû gavên ber bi çareseriyê ve weke metirsiyekê li ser hebûna xwe dibîne.

Melak destnîşan kir ku hemû partî û aliyên di nava CÛD de rewabûna rejîmê red dikin, lew re ew nikarin ruxsetên xwe li cem rejîmê çêkin, ji ber ev partî tevde bê ruxset in.

Endamê desteya amadekar Mihemed Melak da xuyakirin, ku ew weke Eniya Niştimanî, avakirina herêmên nenavendî, gaveke erênî di çarçoveya yekîtiya xaka Sûriyê de dibînin.

Back to top button