Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê û endamên saziyên civaka sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan û Rêveberiya Xweser û hêzên YPG’ê Ş. Xebat Dêrik li ser gora wî bi merasîmek bibîranîn.
Di merasîma bîranînê de, berdevkê fermî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd axivî.
Nurî Mehmud diyar kir ku şehîd Xebat bingeha şoreşê danî da ku gel bi azadî û bi rûmet bijî û got:
“Em çi qasî behsa têkoşîn, berxwedan, welatparêzî û kesayeta şehîd Xebat bikin jî, em ê kêm bimînin.
Ew di ciwantî û rêwîtiya xwe ya têkoşînê de xwedî hestên welatparêziyê yên bilind bû.”
Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Zelal Ceger jî şehîd Xebat bi bîr anî û soza pêkanîna armancê wan dubarekir.
Birayê şehîd Xebat, Hisên Remedan jî soza şopandina rêya şehîd Xebat Dêrik û hemû şehîdan da.
Piştî axaftinan, berdevkê fermî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd semboleke YPG`ê da malbata şehîd Xebat.