Li Swîsre û Brîtanyayê tecrîd hate şermezarkirin

Li St Gallen û Darmstadtê li dijî tecrîdê çalakî hatin lidarxistin
Li dijî gef û tecrîda li ser Rêber Apo, li bajarê St Gallen ê Swîsreyê çalakî hatin lidarxistin.

Çalakî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger pêk hat.

Metîn Tekçe li ser navê Meclîsa Gel a Kurd a St. Gallenê axivî û got:

“Rêber Apo 24 sal in bi tenê li dijî tecrîdê têdikoşe. Ev berxwedan hêz û moralê dide me. Em gelê Kurd pêwîste di vê pêvajoyê de zêdetir li dora Rêber Apo bicivin û xwedî lê derkevin.”

Piştre li ser navê TCŞ’ê a St. Gallenê Koçer Sêrt axivî û bang li saziyên navneteweyî kir ku li dijî tecrîdê bi erka xwe rabin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û TekoJIN’ê jî li Brîdanyayê li dijî tecrîd û gefên li dijî Rêber Apo li ber Muzexaneya Brîtîsh ya Londonê çalakî li dar xistin.

Ciwanan li ber Muzexaneya daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de ciwanan bal kişandin ser tecrîda li dijî Rêber APO û banga azadiya fîzîkî ya wî kirin.

Ciwanan di dawiyê de li kesên derdor belavokên der barê tecrîdê de belavkirin.

Back to top button