Şîraz Hemo: Têkoşîna Leyla Guven, têkoşîna me ye

Hevseroka Meclisa Rêveber a Efrînê Şîraz Hemo, diyar kir ku Leyla Guven bi salan e li ber xwe dide û bi hovîtiya dewletê re rû bi rû maye û bi têkoşîna xwe bû xeta berxwedanê. 

Li dijî darbeya faşîst a AKP – MHP’ê ya li dijî vîna gel û betalkirina wekîltiya 2 parlementerên HDP’ê û girtina wan, Şîraz Hemo got:

Ya pêşengtiya civakê dike û di xeta têkoşînê de xwe bi rêxistin dike jin e.

Dewleta Tirk a dagirker bi siyaseta xwe ya qirêj, her tim hewldana şikandina vîna gelê Kurd di şexsê jin de, dide meşandin.

Herî dawî parlementera Colemêrgê ya HDP’ê Leyla Guven ji aliyê dewleta Tirk ve hat girtin û ceza lê hat birîn.

Şîraz, her wiha destnîşan kir ku Leyla Guven bû mînaka jina berxwedêr a li hember hemû siyasetên qirkirina mirov û jinan û piştgiriya ji bo berxwedana Leyla Guven jî erkê hemû jinan e.

Back to top button