êlên Reqayê û gundewarên wê, salvegera 4`emîn a rizgarkirina Reqayê bi daxuyaniyekê pîroz kirin.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 17`ê Cotmeha 2017`an de Reqa bi temamî ji |çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir…
Rûspiyên êlên Reqa û gundewarên wê bi boneya salvegera rizgarkirinê daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniya Rûsipiyan de ku ji aliyê Remadan El-Rehal ve hat xwedin, fedekariya şervanên QSD`ê hat silavkirin û rola QSD’ê ya vegerandina aramiyê li Reqayê hat ziman..
El-Rehal Şervanên ku di rizgarkirina bajêr de şehîd bûne jî bibîr anîn..
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin: “Em bi vê boneyê ji cîhanê re piştrast dikin ku em aştîxwaz in, ne şerxwaz in. Em hewl didin vî welatî ava bikin. Em tê de azad bin û li gorî urf û adetên xwe, zarok û nifşên pêşerojê fêrî hezkirin, wefadarî û fikrê rast û wekheviyê bikin.”
Di dawiya daxuxyaniyê de spasiya hêzên QSD û hêzên ewlekariyê hat kirin ku ewlehiya bajar diparêzin.
Daxuyanî bi dirûşmên Bijî QSD û bijî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi dawî bû.