BERXWEDANA LEYLA GUVEN DI ROJA 110’AN DE DIDOME

Li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan dirêjtirên çalakiya ku Leyla Guven destpêkirî bi îradeyeke xurt didome .

Berxwedana Leyla Guven îro di roja 110’emîn de ye.

Her wiha destekdayîn û piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê re jî dewam dikin.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêber Ocalan bi dawî bibe di 8’ê mijdara 2018’an de ketibû greva birçîbûnê.

Guven, tevî rewşa tenuristiya wê ya xerab jî lê dîsa di berxwedana xwe de bi israr e .

Leyla dibêje heta daxwaza wê ya rakirina tecrîdê bi temamî pêk neyê wê çalakiya xwe dewam bike.

Ji bo wê jî ev 110 roj in bi biryardarî çalakiya xwe dewam dike.

Tevî berxwedana Leyla Guven girtiyên zindanan jî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê dewam dikin.

Niha li 62 girtîgehan zêdetirî 317 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.

HUNERMEND Û REWŞENBÎRAN JI BO GUVEN BANG KIRIN

Piştgiriya bi van çalakiyan re jî her roj xurtir dibe.

Hunermend û rewşenbiran bertek û nerazîbûnên xwe li dijî bêdengiya li hemberî tecrîdê anîn ziman

Hunermendan gotin:

Ne birçîbûn, bêdengî mirovan dikuje. Divê her kes deng bidin dengê Guven.

Divê hikumeta AKP’ê û wezareta dadê têkevin liv û tevgerê.

Duh jî Parazvanên Mafên Mirovan Aktivîstên Aştiyê serdana Guven kirin lê şande ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.

Leave a Reply

Back to top button