Malin Bjork: 8’ê Adarê tenê rojek e, lê têkoşîna li Rojava her roj e

Parlamentera Parlamena Ewropayê ya Swêdê Malin Björk anî ziman ku 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî ji bo wan rojek e, lê têkoşîna jinên li Rojava her roj e, her wiha destkeftiyên wan jî pîroz kir.

Malin Björk diyar kir ku têkoşîn û afirandina jinan a li Rojava, hêjayî ye ku jinên cîhanê jê hîn bibin, divê ev têkoşîn li hemû cîhanê berbiçavtir were dîtin.

Malin, bal kişand ser sûcên dijî jinan li herêmên dagirkirî ku bêdengiya YE ya li hemberî êrîşên Erdogan nayên qebûlkirin û teqez kir ku a rast, YE sînorekî ji hovîtiya Tirkiyê re deyîne.

Parlamentera Swêdî bi bîr xist ku tevî Tirkiye dewleteke NATO’yê ye, lê dewletên endam çavên xwe girtine û xwe nebihîstî kirine.

Back to top button