Komên Rûs û Kîev herî kêm 200 girtî bi hev guhert

Di navbera komên Rûs ên li Ûkraynayê û rêveberiya Kîevê de herî kêm 200 girtî bi hev hatin guherandin.

Komên Rûs ên li rojhilatê welat ku ji bo serxwebûna Donbassê şer dikin û rêveberiya Kîevê, bi munasebeta serê salê girtî bi hev guhertin.

Ji sala 2017’an ve cara yekem e ku dîl bi hev tên guhertin.

76 kesên li Rûsya û Kirimê yên di girtîgehan de bûn bi balefiran şandin Kîevê.

Rêxistina bi navê Komarên Gel ên Donestsk û Luhanskê jî diyar kir ku 124 kes radestî wan hatine kirin.

Rêveberiyên Rûsya, Elmanya, Ûkrayna û Kîevê ev pevguhertina girtiyan silav kirin.

Li rojhilatê Ûkraynayê komên Rûs ji bo serxwebûna Donbassê li dijî artêşa Ûkraynayê di sala 2014’an de dest bi şer kiribûn.

Di vî şerî de heta niha 13 hezar kes mirine.

Leave a Reply

Back to top button