Mihemed Mixtar: Hevgirtina Kurd û Ereban di vê demê de pêwîstiyek e

Mihemed Mixtar ku lêkolînerê kar û barên Sûriye û Tirkiyê di Saziya Maat a Aştî, Geşkirin û Mafên Mirovan de ye dibêje “Di demek wiha de, yekîtî û hevgirtina di navbera Kurd û Ereban de pêwîstiyek e.”

Li ser hevgirtina kurd û ereban û destwerdanên Tirkiyeya dagirker Mihemed Mixtar ji ajansa ANHA’yê re piştrast kir ”Tirkiye bi destwerdanê, hewl dide pirengiya çandî ya li herêmên Kurd û Ereban, têk bibe û guhertina demografîk ku bûye armanca wê ya sereke, pêk bîne.”

Lewma Mihemed Mixtar diyar kir “Li hember van destwerdanan, hevgirtina kurd û ereb û hemû pêkateyên din ên olî pêwîstiyek e.”

Lêkolînerê kar û barên Sûriye û Tirkiyê di Saziya Maat a Aştî, Geşkirin û Mafên Mirovan de dawiyê tekez kir ”Yekitiya Kurd û Ereban û demokrasî armancên pêwîst in, ji ber hêzê didin ku gel mafên xwe bi dext bixe.”

Back to top button