Mûeyed Ebdo: çeteyan bi cilê QSD’ê malên sivîlan talan dikin

Kesên ku ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hatibûn xapandin, piştî rastiya wan dibînin ji nava çeteyan direvin û berê xwe didin QSD’ê.

Yek ji van kesan jî Mûeyed Ebdo yê ku pîştî rastiya çeteyên Cebhet El Nusra dibîne ji nava wan direve û xwe radestî QSD’ê dike.

Ebdo yê ku rastiya dagirkeriyê ditiye got:

Çeteyan li Girê Spî cilên QSD’ê li xwe dikirin û bi navê wan malên sivîlan talan dikirin da ku QSD’ê reş bikin.

Ji despêka şerê li Sûrî re gelek kes bi propagandayên dewleta tirk hatin xapandin û tevlî nava çeteyan bûn.

Yek ji van jî Mûeyed Ebdo ye ku tê xapandin û tevlî nava çeteyên Cebhet El-Nusra yên dewleta tirk dibin.

Mûeyedê ji Idlibê, piştî şer giran dibe berê xwe dide Efrîna hatî dagirkirin.

Mûeyed Ebdo dest nîşan kir ku rewşa li Efrînê ji ya Idlibê xirabtir e.

Çete malên Efrîniyan didizin û ji bo berdana sivîlên revandî jî 15 hezar dolar dixwazin.

Bi destpêkirina êrîşên dewleta Tirk a dagiker yên 9’ê Cotmeha 2019’an li ser bakur û rojhilatê Sûrî re, dewleta Tirk tevî Mûeyed Ebdo, bi hezaran çeteyan tîne Girê Spî.

Ebdo diyar kir ku çeteyan li Girê Spî cilên QSD’ê li xwe dikirin û bi navê QSD’ê malên sivîlan talan dikirin.

Teqînên pêk dihatin jî bi fermana Tirkiyê dibûn.

Xema çeteyan ne welat e, tenê bi pere û dolaran difikirin û bi destê Tirkiyê tevdigerin.

ÊRÎŞÊN DAGIRKER ÊN DEWLETA TIRK
MÛEYED EBDO: WERIN TEVLÎ QSD’Ê BIBIN, EW SÛRÎ Û WELATPARÊZ IN

Mûeyed Ebdo îdîa kir, dema wî kiryarên çeteyan dît, wijdanê wî tehmûl nekir û ji aliyê gundewarê Xalidiyê yê Eyn Îsayê ve xwe radestî QSD’ê kir.

Mûeyed Ebdo diyar kir ku piştî danûstandinê, wî dît ku QSD’ê Sûrî û welatparêz in û ev bang li çeteyan kir:

Ji xwe şiyar bin, Erdogan me difroşe. Werin û tevlî QSD’ê bibin.

Leave a Reply

Back to top button