Komîteya Şilêr a Parastina Mafên Zarokan bi şahiyekê navenda xwe li herêma Şehbayê vekir.
Îro komîteyê li navçeya Ehdas a herêma Şehbayê bi şahiyekê navenda xwe vekir û bi dehan zarok tê de amade bûn.
Di şahiyê de bi navê Koordînasyona Kongra Star Gulê Mihemed axivî û vekirina navendê pîroz kir û wiha domand:
“Ev navend ji bo perwerdekirina zarokan hatiye vekirin ya herî girîng ew e ku zarok fêrî zimanê kurdî û çanda xwe bibin.
Ji bo perwedekirina zarokan çi bê xwestin em ê bikin.
Rêvebera Komîteya Şilêr şaxê Şehbayê, Bedîa Muslim jî destnîşan kir ku navenda ku vekirine ji bo perwerdekirina di milên çandî, spor û wênsaziyê de ye.
Dawiyê şahî bi govend û stranên zaroka bi dawî bû.