“Em bi israr daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo bikin”

Elî Bekîr diyar kir ku Rêber Apo xelasiya gelan e, her kes aşiqê dîtina wî ye, lewma komloger nagihêjin armanca xwe û got: “Em bi israrin ku li pey fikra wî bimeşin û daxwaza azadiya fîzîkî ji bo wî bikin.”

Elî Bekir ê 65 salî ji gundê Dada Ebdal ê girêdayî Kantona Hesekê ye têkîldarî Rêber Apo nêrînên xwe anî ziman.

Bavê Rûken da zanîn ku hêzên komploger fikrê Rêber Apo ji bo xwe wekî xeteriya herî mezin dîtine, lewma dixwazin bi tecrîdê ji gel qut bikin û got:

“Rûmeteke mezin a ku Serok Apo daye me, ew e ku êdî xwîna gelê Kurd nakeve xizmeta dijminan.

Bi derketina fikra Rêber Apo re rih, ked û xwîna Kurdan êdî ket xizmeta jiyana azad.”

Bavê Rûken sedema şopandina rêya Rêber Apo wiha anî ziman:

“Em bi israrin ku li pey fikra wî bimeşin û daxwaza azadiya fîzîkî ji bo wî bikin.

Tekoşîn bi rastiya fikir ve girêdayî ye, dema mirov di nava civaka xwe de rast biaxive û tevbigere wê encam were.

Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî wê bi vê rêyê çêbibe, erka me parastina xeta şehîdan û fikra Rêber Apo ye.”

Partiya Çepên Kesk xwest ku tecrîd li cihê wê bê lêkolînkirin

Back to top button