Bandora tecrîdê ya li ser girtîgehên Tirkiyê û girtiyên nexweş zêde dibe

Li Stenbol û Enqereyê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakî hatin li dar xistin.
Di çalakiyan de îşaret bi pergala tecrîdê hate kirin û hate diyarkirin tecrîda herî giran li Îmraliyê tê kirin.

Pergala êşkece û tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo tê meşandin tenê li Îmraliyê re sînordar nemaye.

Dewleta Tirk a qirker û faşîst tecrîd belavî li ser hemû girtîgehên Tirkiyê kiriye.

Lewra girtiyên siyasî û yên nexweş ku rastî zext û êşkenceyan tên di girtîgehan de jiyana xwe ji dest didin.

Di çalakiya girtiyên nexweş de tecrîda li Îmraliyê hate protestokirin

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan ÎHD a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 588’emîn de çalakiyek li dar xist.

Çalakî li ber avahiya ÎHD’a Stenbolê pêk hat û gelek kes tev li çalakiyê bûn.

Rêveberê ÎHD’a Stenbolê Cuneyt Yilmaz daxuyanî xwend û diyar kir li girtîgehanbinpêkirinên mafan bi zêdebûnê dewam dikin.

Bi domdarî Yilmaz bal kişand ser girtina rojnamevan Merdan Yanardag ê ku tecrîda li ser Rêber Apo rexne kiribû.

Yilmaz da zanîn ku girtina Yanardag tenê ne zextên li ser azadiya raman û derbirînê ye û got:

Modela tecrîdê ya herî giran û nehiqûqî ya di warê sîstema înfazê de li ser Abdullah Ocalan tê meşandin.

Rêveberê ÎHD’a Stenbolê Cuneyt Yilmaz di dawiyê de bang li rayedaran kir ku ji bo parastina mafê jiyan û tenduristiyê ya girtiyan bi wezîfeya xwe rabin.

Li Enqereyê jî Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 460’emîn de li ber avahiya ÎHD’a li hev civiyan.

Înîsiyatîf ê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û xwest ku tedawiya girtiyên nexweş bên kirin û werin berdan.

Parlamenter Sumeyye Boz: Negihiştin armanca xwe ku fikrên Ocalan tecrîd bikin

Back to top button