Grûpeke zanîngeha Oxford: Di îlonê de, dibe “derzîkirineke karîger” ji Coronayê re were vedîtin

Di wextekî de, ku her kes ji bo Coronayê dixebite, Grûpeke zanistî ya zanîngeha Oxfordê ragihand ku destpêka meha Îlonê, dibe ku derzîkirineke karîger ji vîrûsê re were vedîtin. 

Li gorî Rojnameya Times of London, OXFORD li ser dermanekî dixebite û dibe ku meha Îlonê amade bibe.

Profesora zinista derzîkirinê ya zanîngeha Oxford, Sarah Gilbert da xuyakirin ku “ev derzîkirina dijî-vîrûs, wê ji sedî 80 çalak be”.

Sarah her wiha da zanîn jî ku “derzîkirin, wê di qonaxa yekem de li ser 500 kesî were tecrubekirin, ên temenên wan di navbera 18 û 55 salan de.

Di qonaxa duyem de jî, wê derzîkirin li ser temenên zêdeyî 55’an be”.

Back to top button