Li ser sînorê Girê Spî sivîlek hat kuştin

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li ser sînorê Girê Spî ciwanek qetil kir.

Ciwanê bi navê Mihemed Remedan Şerîf Hoş ji gundê Bû Omer ê rojhilatê Dêrazorê ye, cenazeyê wê duh li gundê Nistel ê Girê Spî hate dîtin û rakirin nexweşxaneyên Girê Spî.

Xizmekî ciwanî hatî qetilkirin diyar kir ku Mihemed bi mebesta kar hewl da derbasî Tirkiyê bibe.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, ji destpêka aloziya Sûriyê ve heta niha 453 sivîl, di nav de 80 zarok û 44 jin ji aliyê jendermayên Tirkiyê ve hatin kuştin.

Back to top button