Li Mûsil..UNESCO 110 milyon dolar ji bo jinûveavakirinê veqetand

UNESCO’yê ji bo jinûve-avakirina taxa Mûsilê ya kevn ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû xerakirin, 110 milyon dolar veqetand.

Li Mûsilê ji bo sererastkirina avahiyên kevnar ên ji aliyê DAÎŞ’ê ve û di şer de hatine xerakirin, xebat tê kirin.

UNESCO ji bo ‘Jinûve xwedîderketina li ruhê Mûsilê” ket nava hewldanan û projeyeke jinûve-avakirinê amade kir.

Ev proje bi taybetî ji aliyê Îmarat û Yekîtiya Ewropayê ve tê fînansekirin.

UNESCO’yê tevî avakirina Mizgefta El Nûrî, ji bo avakirina 2 dêr, 100 xanî û dibistana taxê 110 milyon dolar kom kir.

Minareya El Habda wê di nava meha Adarê de jinûve were avakirin, jinûve avakirina mizgeftê jî wê vê havînê dest pê bike.

Dibe ku sererastkirin sala 2023’yan biqede.

Back to top button