Emîne Osê: Rêjîma beesê xwest Kurd û Ereban li hev sor bike

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Emîne Osê dibêje:
“Armanca Rêjîma Beesê ji bûyera 12’ê Adarê sorkirina Kurd û Ereban li dijî hev bû.”
Emîne diyar kir ku hikumet hîn jî di polîtîkaya tunekirin û sorkirinê de israr dike û ev siyaseta wê aloziya li Sûriy kûrtir dike.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Emîne Osê der barê serhildana 12’ê Adarê de ji ajansa Firatê re axivî.

Emîne Osê diyar kir ku bûyera 12’ê Adara 2004’an plankirî bû û got:

”Plan ew bû ku bi komkujiya 12’ê Adarê re xwestin gelên Kurd û Ereb li hev sor bikin.

Armanca rêjîmê ev bû, lewma piştî 12’ê Adarê gelek kes hatin girtin û çalakiyên siyasî hemû hatin qedexekirin. ”

Emîne Osê: Hikûmeta Şamê hîn jî di siyaseta sorkirinê de bi israr e

Emîne Osê anî ziman ”Hikûmeta Şamê piştî ewqas bûyeran, bi polîtîkaya tinekirina nûnerên gel ji pêvajoya çareseriyê dûr dixîne ev jî dihêle ku aloziya li Sûriyê bê çareserî bimîne.”

Emîne Osê dibêje:

“Bi destpêka şoreşa Rojava re diviyabû çareserî ji pirsgirêka Kurd re bihata peydakirin, divyabû bi berpirsyarî nêz bûbana, lê li şûna wê her roj bi dewleta Tirk re peymanên veşartî tên îmzekirin.

Eger lihevkirinek di navbera wan de tune bûya, wê nerazîbûneke tund nîşanî dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bidan.

Rejîm li hemberî dagirkirina xaka gelê herêmê, li dijî polîtîkaya koçberkirinê helwestê nîşan nade.”

Dawiyê Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Emîne Osê teqez kir ku hikûmeta Şamê bi vê siyaseta xwe aloziya li Sûriyê kûrtir dike û wê ji çareseriyê dûr dixe.

Back to top button