Ji ber teror û kuştina mirovan 81 kes hatin bidarvekirin

Doh Wezareta Hundirin a Erebistana Siûdî bi daxuyaniyekê ragihandin ji ber sûcên weke teror, kuştina mirovan û sîxûriyê 81 kes hatin darvekirin.

Li gorî daxuyaniyê di nav yên ku hatine darvekirin de DAIŞ’î, endamên El Qaîdeyê û Husiyan hene.

Tê gotin ku piraniya kesên hatine darvekirin xelkê Erebistana Siûdî ne.

Li gorî ajansa dewletê SPA’yê biryara darvekirinê ji aliyê 13 dadweran ve hatiye dayîn û di 3 qonaxan de pêk hatiye.

Rêxistinên Mafên Mirovan dibêjin li Erebistana Siûdî darazandinek aqilane nîne.

Rêxistina Efûya Navneteweyî ragihandibû ku di sala 2020’an de Erebistana Siûdî di warê darvekirinê de di rêza 5’emîn de cih digire.

Back to top button