Bi boneya nêzbûna Cejna Newrozê, Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji ajansa Firatê re nirxandin kir. Cemîl Bayik dibêje: “Bersiva herî bi wate ya li dijî faşîzma AKP-MHP’ê herikîna li qadan e.”
Ji Cejna Newrozê re tenê çend roj man.
Ji niha ve eyamnên pîrozbahiyê tên dayîn û çalakiyên pîrozkirina vê rojê pêk tên.
Bi vê boneyê, Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, ji ajansa Firatê re nirxandin kir û peyama tevlibûna çalkiyan da.
Cemîl Bayik anî ziman ku gelê Kurd her tim bi berxwedana li dijî mêtingeran, hebûna xwe parastiye û wiha got:
“Kengî ji berxwedanê dûr ketiye, hebûna Kurdan jî ketiye metirsiyê û bi tunebûnê re rû mane.
Ji bo jiholêrakirina vê metirsiyê, berxwedan şert e û gelê Kurd jî her carê ev yek kiriye.
Ji bilî berxwedanê piştgiriyeke din a Kurdan nîne ku xwe bispêrê.”
Cemîl Bayik da zanîn Rêber Apo li dijî mêtingeriyê dest bi têkoşîneke bi vî rengî ya berxwedanê kir, gelê Kurd careke din gihand Newrozê û wiha domand:
” Gelê Kurd bi Newrozê re bû yek, cewhera xwe ji nû ve keşif kir û xwe ji nû ve ava kir.
Em dikarin bi hêsanî vê yekê bêjin; Newroz û gelê Kurd hev temam dikin.
Gelê Kurd bi Newrozê re cewhera xwe ji nû ve dît.
Di nava şert û mercên herî giran de, di kêliyên ku kes ne li bendê bûn, gelê Kurd bi berxwedan hebûna xwe diyar kir.”
Cemîl Bayik: Mezlûm Dogan agirê Newrozê dada û dîrokeke nû afirand
Cemîl Bayik çalakiya dîrokî ya Mezlûm Dogan jî bi bîr xist û li ser ev got:
” Di wan şert û mercên tarî û zehmet de, Mezlûm Dogan agirê Newrozê dada û dîrokeke nû afirand.
Ev dîrok dîrokeke nû ye, ku bi berxwedanê hebûn û azadiya xwe misoger dike.
Lewma Mazlûm Dogan ji aliyê gel ve weke Kawayê hemdem hat pênasekirin. ”
Cemîl Bayik: Bersiva herî bi wate ya li dijî faşîzma AKP-MHP’ê herikîna li qadan e
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik dawiyê jî piştrast kir bersiva herî bi wate ya Kurdan a li dijî faşîzma AKP-MHP’ê herikîna li qadên Newrozê ye û ev peyam da:
Em di wê baweriyê de ne ku vê Newrozê jî gelê Kurd wê qadan dagire, Newrozê bi coş û berxwedaneke mezin pîroz bike
û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re careke din hîn xurtir nîşan bide.
Ev yek jî wê derbeke mezin li faşîzma AKP-MHP’ê bide.