Îsraîl: Dibe ku em neçar bimênin bi Libnan yan Xezzayê re şer bikin

Serokwezîrê Îsraîl Naftali Bennett diyar kir ku heta niha di warê siyasî de ti pêşketinek bi aliyên Filistîn re ne hatiye kirin û got: Dibe ku em neçar bimênin bi Libnan yan Xezayê re şer bikin.

Li gorî nûçeya rojnameya Yediot Aharaton, Bennett di rûniştina Komîsyona Ewlehî û Karên Derve ya Parlamentoya Îsraîlê de daxuyanî da.

Serokwezîrê Îsraîlê got, dibe ku welatê wî bi Libnan an Xazzayê re bikeve nav şerekî leşkerî.

Neftalîn Bennett di daxuyaniyên xwe de sedemên vê yekê zelal nekir.

Derbarê hevdîtina meha borî ya ligel Serokê Filistîn Mehmûd Ebas a li nêzîkî Tel Avîvê, Bennett eşkere kir ku niha ti planeke wî nîne ku bi Filistînê re di mijarên siyasî de pêşketinekê pêk bîne.

Bennett destnîşan kir ku berjewendiyên Îsraîlê ew e ku li Şerîeya Rojava û Xazzeyê îstiqrara xwe bidomîne û rê li ber mezinbûna hêza Tevgera Hemasê bigire.

Di şerê herî dawî yê 7’ê Gulana 2021’an despê kirî û heta 21’ê mehê bi agirbestê bi dawî bû de, 66 jê zarok bi giştî 243 kes mirin.

Her wiha nêzî 1000 hes ji birîndar bûn.

Back to top button