Malbateke çeteyan, 3 xaniyên şêniyên Efrînê desteser kirin

Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo ku demografiya herêmê biguherînin, her tiştên qirêj dikin. Malbateke çeteyan 3 xaniyên şêniyên Efrînê desteser kirin û her yek bi 600 dolarî firotin. Li aliyê din dizî û talanî jî dewam dikin..

Kirinên dermirovî yên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê her carê bi rêbazekî nû eşkere dibin.

Piştî talan û wêrana mal û milkên Efrîniyan, çete û malbatên xwe vê carê xwe weke xwediyên xaniyên şêniyên resen ên Efrînê dibînin û malên wan difiroşin.

Malpera Afrîn Post, ragihand ku malbateke çeteyan a ji Idlibê, 3 xaniyên şêniyê bi navê Smaîl ê li taxa Eşrefiyê ya li navenda bajêr desteser kirine.

Malperê da zanîn ku her xaniyekî jî bi 600 dolarî difiroşin..

Heman malperê diyar kir ku çeteyan jimarek semanên şêniyan li heman taxê desteser kir.

Malbateke çeteyan, êrîşî şêniyekî Kurd kir

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê jî diyar kir ku malbateke çeteyên ji Homsê, bi hovîtî êrîşî şêniyekî Kurd ê bi navê Xelîl Enwer ê ji gundê Dîkmedaşê kir.

Rêxistinê eşkere kir ku wan bi buhaneya ku Xelîl, rê nedaye wan erdê wî yê pelê rezan talan bikin, êrîşî wî kirine.

Çeteyan terektora Bekir Xelîl dizî

Li aliyê din, dizî û talanî xeteke stratejîk a çeteyên Tirk e.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyan terektora şêniyê Kurd, ‘Bekir Xelîl Beko’ yê ji gundê Me’îmila yê navçeya Mabatayê dizîn.

Rêxistinê da zanîn ku çeteyan ji bo terektorê vegerînin jî, 600 dolarî ji xwediyê wê dixwazin.

Çeteyan şêxê gundê Me’imila ji mizgeftê qewitand

Li heman gundî, çeteyan şêxê gund ê bi navê ‘şêx Reşîd’ ji mizgeftê qewitand û li cihê wî şêxekî ji aliyê xwe ve erkdar kirin.

Back to top button