Serokê Fransa û Cezayîr ji bo danûstandinan rûpelek nû vekirin

Piştî peyamên tûj û aloziya nêzî salekê, Fransa û Cezayîr careke din nêzî hev dibin.
Serokomarê Fransa Macron û hempîşeyê wî yê Cezayîrê Tebboune civiyan.
Lîderan li hev kirin ku di hevsengiya rêzgirtin û berjewendiyê de rûpeleke nû ya dualî de vekin.

Serokomarê Cezayîrê Ebdulmecîd Tebbun piştî hevdîtina li Qesra Muradiyeyê bi Serokomarê Fransa Emmanuel Macronê ku ji bo peywendiyên fermî serdana welat kirî re civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist.

Tebbun diyar kir ku bi Macron re li ser hevkariya dualî gelek mijar axiviye û got:

Di çarçoveya rêzgirtin û berjewendiyên her du welatan de li ser riyên pêşxistina têkiliyan gotûbêj hate kirin.

Tebbun diyar kir ku ew bi eşkerebûna xwe ya hertimî bi Serokomarê Fransayê re “hevdîtinên avaker” pêk anîne.

Serokomarê Fransa Macron destnîşan kir ku yek ji armancên sereke yên serdanê ew e ku li ser paşeroja têkiliyên dualî bisekinin.

Macron diyar kir ku herdu alî di têkiliyên dualî de lihev kirine rûpeleke nû vekin û ev tişt anî ziman:

“Dîroka me ya hevpar a tevlihev û bi êş heye.

Vê yekê nehişt ku em li paşerojê binerin.

Me biryar da ku komîteyek hevpar ava bikin da ku li ser arşîvên serdema kolonyalîzmê bixebite.”

Macron, anî ziman ku ji ber jiyan û dîroka wan yeke ne pêkane ji paşerojê xilas bibin û wiha dewam kir:

“Lê belê berpirsyariya me ye ku em ji bo xwe û ciwanên xwe li paşerojê binêrin.”

Serdana Macron a Cezayîrê li ser vexwendina wî welatî pêk hat.

Ev yek jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên dîrokî yên di navbera her du welatan de, bi taybetî ji bo çareserkirina têkiliyên aloz ên vê dawiyê, wek derfetek tê dîtin.

Cezayîr û Fransa danûstandinê li ser 4 dosyayên dîrokî yên awarte dikin.

Di serî de arşîva Cezayîrê ya rayedarên Fransî bi salan dayîna wê red dikirin û her wiha vegerandina sergoyên rêberên şoreşa gel a li Muzexaneyeke li Parîsê.

Back to top button