Ji ber baranên mûsonê li Pakistanê rewşa awerte a netewî hat ragihandin

Ji meha Hezîranê ve, li Pakistanê baranek dijwar dibare.
Baranên mûsonê bûne sedema mirina nêzî 1000 kesî.
Li Pakistanê ji ber barana mûsonê rewşa awarte ya neteweyî hat ragihandin.

Li gorî nûçeya di çapemeniya neteweyî de hat ragihandin, ji ber barana zêde ya ku ji 14’ê Hezîranê ve li tevahiya welêt dewam dike, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 937’an.

Ji kesên jiyana xwe ji dest dane 343 zarok û 198 jin in.

Rayedaran diyar kirin ku lehî bandor li 30 mîlyon mirovî kiriye ku piraniya wan ji cih û warên xwe bûne.

Li tevahiya welêt 670 hezar û 328 xanî xera bûne û 145 pir jî hilweşiyane.

Ji ber lehiyê 3 hezar û 82 kîlometre rêyên bejahî jî zirar dîtine.

Li welêt ji ber barana mûsonê rewşa awarte ya neteweyî hat ragihandin.

Endamên Encumena Wezîran û generalan mûçeyên xwe yên mehane pêşkêşî sindoqa alîkariyê ya ji bo kesên mexdur mane kirin.

Serokwezîr Şehbaz Şerîf ji bo alikariyê bi balyozên welatên biyanî re hevdîtin kir.

Ji aliyê din ve hat ragihandin ku Banka Cîhanî wê 350 mîlyon, Bernameya Xwarinê ya Cîhanê 110 mîlyon, Banka Geşepêdana Asyayê 20 mîlyon û Brîtanya 40 mîlyon dolar ji bo Pakistana ku bi lehiyê re têdikoşe bişîne.

Back to top button