HPG’ê: Li Zap û Botanê 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Di encama çalakiyên gerîlayan de li herêmên Botan û Zapê 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.
HPG’ê ragihand artêşa Tirk a dagirker ku derbên giran dixwe û hewl dide berxwedana gerîla bişkîne, 46 caran bi çekên kîmyewî êriş pêk anîn.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker û berxwedana gerîlayan de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir hêzên gerîla bi taktîk û rêbazên dewlemend derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker dide, tevî bikaranîna gelek cureyên çekên kîmyewî jî nahêle artêşa dagirker encamê bigire û ev agahî parve kir,

Di çarçoveya Pêngava Şehîd Diljîn, Şehîd Şervan Erkendî ya Egîdên Botanê de 18’ê Tîrmehê li Qada Kato Xelîla ya bi ser naçeya Şaxê ya Wanê li dijî dagirkeran çalakiyeke bi rêbaza sabotajê hate kirin.

Di vê çalakiyê de 4 dagirker hatin kuştin û dagirkerek jî birîndar bû.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê 25’ê Tebaxê bi awayekî koordîneyî li dagirkeran hate xistin ku dixwestin li serê Qada Şikefta Birîndaran bi cih bibin.

Di çalakiya baskê yekemîn de ku bi çekên giran li dagirkeran hate xistin 2 dagirker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn. Di çalakiya baskê duyemîn de jî ku bi rêbaza sekvaniyê hat kirin, dagirkerek hate kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de li herêma Metîna 25’ê Tebaxê tîmên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran derb li Qereqola Kanî Masîyê xistin.

Heman rojê li Girê Şehîd Cûdî jî derb li hêzên dagirker hate xistin ku hewl didan çeperên şer yên li qadê bi çekên kîmyewî bombebaran bikin.

Di navbera 21 û 25’ê Tebaxê de jî hêzên PDK’ê qada Şehîd Piling ya bi ser Girê Hekarî bi çekên giran bombebaran kirin.

HPG’ê: Artêşa Tirk 46 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebaran kirin

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 25 Tebax’ê 46 caran bi çekên kîmyewî, 18 caran bi helîkopteran, 10 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran qadên gerîla bombebaran kirin.

Back to top button