QSD’ê: Nûçeyên Wezareta Parastinê a Tirk derbarê şehîdxistina şervanên me de ne rast in

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya Dewleta Tirk a ku dibêje 14 şervanên wan şehîd xistine, derew derxist.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya QSD’ê derbarê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyek da û wiha got,

“Wezareta Parastinê a dewleta Tirk a dagirker di rojên 25 û 26’ê Tebaxê de hîn nûçeyên ne rast belav kirin.

Li gor îdîayên wan di van her du rojan de 14 şervanên me şehîd xistine.

Ev îdiayên wan ne rast in û di çarçoveya şerê derûnîyê de ye.”

Back to top button