Serokwezîrê Sûdanê Abdallah Hemdok istîfa kir

Serokwezîrê Sûdanê Abdallah Hemdokê ku çend hefte berê li ser rêvebirina welat ku bi artêşê re li hevkiribû, îro bi daxuyaniyekê îstîfaya xwe ragihand.

Artêşa Sudanê di cotmeha 2021’an de dest danî li ser rêveberiya Hemdok û li hemdok jî cezayê girtîgeha malê birî.

Lê piştî xwepêşandanên gel, artêşa Sudan û Hemdok li hevkirin û hemdok beriya çend hefta weke serokwezîr dîsa hate li ser erka xwe.

Serokwezîr Abdalla Hemdok ji rayagiştî re ragihand ku Sudan di pêvajoyeke gelek xeter de derbas dibe û got:

“Ji bo ez pêşî vê xeteriyê bigrim çi destê min hat min kir.

Ji bo li hevkirineke jî min gelek gav avêt. Lê li beramberê tiştên ku min kir, derbarê sozên ku hatibû dayîn ti gav nehatin avîtin.

Wek serokwezîr ez vê berpirsiyariya xwe şûn ve radest dikim û îstîfa dikim.

Ji bo ev welat derbasî rêveberiyeke sivîl, demokratbe, ji bo hin keç û xortên esîl yên vê welatî vê berpirsiyariyê bigrin min vê gavê avît.”

Back to top button