RÊVEBERIYA XWESER: RÊJÎM BI HELWESTA XWE PIŞTGIRIYA PARÇEKIRINA SÛRÎ DIKE

Rêjîma Sûrî namyek ji Meclisa Ewlekariya Navneteweyî û nûnerê giştî yê NY re şand û idia dike ku, QSD’ê û Rêveberiya Xweser ji komkujiyan berpirsiyar in û weke xayin bi nav kiriye.
Rêveberiya Xweser jî bi daxuyaniyeke li ser malpera xwe teqez kir ku, Rêjîma Sûrî piştgiriya parçekirina Sûrî dike û destên derve di hindirê Sûrî de dirêj dike.

Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku, li şûna Rêjîm piştgirya keda wan a aramkirin û yekirina xaka Sûrî bike, rê li ber parçkirin û alzoiyê vedike.

Rêveberiyê îşaret bi destdirêjî û dagirkeriya Dewleta Tirk li ser axa Sûrî kir û wiha got.

Dewleta Tirk niha bi lêkirina dîwar li Efrînê; Sûrî parçe dike û qanûnên navdewletî bin pê dike.

Me nedît Rêjîmê ev yek li gel Meclisa Ewlekariyê û NY gilî kir.

Rêveberiya Xweser bal kişand ser hin pirsigrêkên ku li Dêrazorê çêdibin û ev tişt anî ziman,

Tişta li wir çêdibe, li Şamê jî çê dibe.

Lê hin aliyên girêdayî Rêjîmê hewl didin fitinê û tevliheviyê di navbera pêkhateyan de derxîne.

Çareserî tenê bi riya diylogê pêkan e û ev helwest rê li ber çarerseriya yekîtiya niştîmanî digire.

Leave a Reply

Back to top button