Meclisa Girê Spî: Rûsya berpirsê kuştina Hatim Zêdan e

Meclisa Girê Spî civaka navneteweyî û Rûsya ji kuştina zarokê bi navê Hatim Zêdan berpirsiyar nîşan da.

Duh dewleta Tirk navçeya Eyn Îsa topbaran kiribû, di encamê de zarokê bi navê Hatim Zêdan şehîd bûbû.

Meclisa Girê Spî têkildarî mijarê daxuyanek da û topbarana dewleta Tirk a bê serûber şermezar kir.

Meclisê destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji topbaranê, koçberkirina şêniyên resen e.

Meclisê kuştina Hatim wekî sûcekî mirovî yê hovane binav kir û anî ziman ku civaka navneteweyî li hemberî vê yekê bêdeng e û got,

Rûsya jî berpirsiyara vê yekê ye, ji ber ku hêzên Rûsyayê li noqteyên nêzî eniyên şer bicih bûn û çavdêriya zêdegaviyên dewleta Tirk dike.

Meclisê bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku sûcên dewleta Tirk li dijî gelê Sûriyê, rawestînin.

Back to top button