Li paytexta Lîbya şer: Zanîngeh hatin girtin

Li paytexta Lîbya şer derket.
Ji ber şer û metirsiya heyî, perwerdeya li zanîngeh û ezmûnên xwendekaran hatin rawestandin.

Li gorî daxuyaniya li ser malpera tora civakî ya zanîngehê, “Rektoriya Zanîngeha Trablusê ragihand ku roja Sêşemê xwendina xwe ya li ser perwerde, ezmûn û karûbarên rêveberî rawestandiye.”

Ji aliyê din ve Berdevkê Firokexaneya Navdewletî ya Mitika ragihand ku ji ber aloziya di navbera wan de, çend kompaniyên asmanî firokeyên xwe ji Balafirgeha Navdewletî veguhestine firokexaneya Misrata.

Li hin deverên paytextê di navbera hêzên “Rada” û Yekîtiya Hêzên Netewî de şer derket.

Şer li nêzî navçeya Eyn Zara ya li başûrê paytextê didomin.

Li gorî şahidan wesayîtên leşkerî yên her du komên çekdar li navçeyên Selahedîn, Eyn Zara û Tarik El-Şat ên paytext bi cih bûne.

Têkildarî jimara kuştî û birîndaran agahiyî nehatin bidestxistin.

Têkildarî nakokiyan û sedema wan hêj ji Hikumeta Yekîtiya Neteweyî û Desteya Serokatiyê ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Li Trablusa paytexta Lîbyayê 28’ê Gulanê di encama binçavkirina rayedarekî komên ewlehiyê yên navborî de di navbera aliyan de şerekî demkurt derketibû.

Back to top button