Aram Xebat: Li hember metirsiya DAIŞ’ê divê Başûrê Kurdistanê û Rojava xwedî planeke hevpar bin

Endamê Rêveberiya Yekîtiya Nîştimana Kurdistan YNK’ê der barê metirsiya çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Rojavayê Kurdistanê nirxandin kir.
Aram dibêje:
“Divê Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi hevre li hemberî metirsiya DAIŞ’ê rawestin û xwedî planek hevbeş bin. “

Aram Qadir berxwedana şervanan ya dawî a li Hesekê bi bîr xist û anî ziman ji bo wan cihê serbilindahiyê ye ku şervan li Rojavayê Kurdistanê bûne cihê kêfxweşiya hemû cîhanê.

Aram Qadir di dewamê de behsa xebata ji bo fermî nasandina Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê kir û got

“Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê gihaye asteke bilind û bihêz bûye.

Li dijî metirsiya DAIŞ’ê jî xwedî amadekarî ye.

Gerek her kes ji bo vê rêveberiyê û naskirina wê bixebite.

Back to top button