Berlîn wê şirketa gazê ya binavê “Uniper” bikire

Almanaya di çareserkirina krîza gaza xwezayî de dixwaze encamekê bidest bixe.
Ji ber gaza ji Rûsyayê hate qutkirin Almanya wê şîrketa gazê ya bi navê Uniper bikire.

Fortûm a ku piraniya sermayeya wê di destê koma ji Fînlandiyayê ye diyar kir wan bi hikumetê re li hev kirine.

Li gorî peymana di navbera Berlîn û Fortûmê de, wê Elmanya bi qasî 500 milyon euroyan sermayeyê wê bikire û bi qasî 8 milyar euroyan sermayeya xwe zêde bike.

Fortûmê got;

“Piştî zêdebûna sermayeyê û kirîna hîsseyan wê Almanya bibe xwediyê ji sedî 98,5’ê Uniper ê.”

Piştî gaza ji Rûsyayê hate sekinandin, Uniper ji bo ku peymanên xwe bi cih bîne neçar mabû gazê bikire.

Patronê Uniperê çend roj berê gotibû ‘Piştî şerê Ukraynayê me her roj bi dehan milyar euro zirar dikir’.

Li temamî cîhanêê nêzî 12 hezar xebatkarên Uniper ê heye û heta nîveka meha Tebaxê di şeş mehan de bi qasî 12,3 milyar euroyan zirar kir.

Beriya şerê Ukraynayê jî Almanyayê ji sedî 55’ê gazê ji Rûsyayê dikirî.

Piştî ku Rûsyayê şandina gazê rawestand, aboriya Almanyayê jî kete rewşeke krîtîk.

Back to top button