Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 kesên din jiyana xwe ji dest dan

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 132 kesên din bi Coronayê ketin û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dan

Hevserokê Desteya Tenduristiyê a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên ku jiyana xwe ji dest dane 2 jin û mêrek e.

Mistefa destnîşan kir ji 132 kesên ku bi coroneyê ketine ji wan 76 mêr in û 56 jin in..

Mistefa diyar kir ku 3 kes jî baş bûne..

Bi van daneyan hejmara pêketiyên Coroneyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 9 hezar û 898 kesan, ji wan 375 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 303 kes jî baş bûne.

Back to top button