Çavdêriya Sûrî revandina 58 sivil ji Efrînê belge kirin

Li Efrîna dagirkirî, sûc û kirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Efrîniyan didomin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan di bîlancoya meha derbasbûyî de revandina 58 sivîl ji Efrînê belge kirin û diyar kir ku dewleta Tirk li Efrînê zagon û peymanên navdewletî binpê dike. 

Li Efrîna dagirkirî, rojane dewleta Tirk û çeteyên wê sûcên şer li dijî sivîlan pêk tîne.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî bi daxuyaniyek diyar kir çeteyên girêdayî dewleta tirk rojane li herêma Efrînê sûc dike.

Li gorî bîlncoaya meha Çileya ya derbasbûyî, çeteyan li Efrîn û navçeyên wê di nav yek zarok û jinek astengdar 58 sivîl revnadin, ji wan 19 sivîl hatin berdan û çarenûsa 39 sivîl ne diyar in.

Çavdêriyê da zanîn ku çeteyan gelek sûc li dijî milkên şêniyên Efrînê pêk anîn.

Çeteyan ji bo bihêlin sivîlekî ji gundê Meraniyê yê navçeya Şiyê di nav zeviya xwe de bixebite, 45 tenke zeyt bac li ser wî ferz kirin.

Li navenda Efrînê jî çeteyan bi bihaneya danîna kemîreyan 100 dolar li ser xwedî dikanan ferz kirin.

Bi armanca bazarganiya êzingan, çeteyan li Efrîn û navçeyên wî bi hezar darên di nav zevî û daristanan de birîn.

Li gorî çavdêriyê, hin daristanên ku li derdora gola Meydankê ya li navçeya Şera veguherîne çol.

Dizîna şûnwarên Efrînê jî di bîlancoyê de hat diyar kirin ku çeteyan girê Qewaqê yê li ser rêya navenda Raco kolandine û wêran kirine.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê hemû zagon û peymanên mafê mirovan binpê kirine û rojane sûc dikin.

Back to top button