Desteya Perwerde û Fêrkirinê ragihand ku ew ê ji bo diyarkirina planên sala xwendinê ya 2023-2024’an civînekê li dar bixin.
Hevseroka Desteya Perwerdeyê Semîre Hec Elî li ser plana sala bê ya xwendinê di aliyê rêxistinî de ev tişt anî ziman:
“Dê civînên salê bi rêveberiyên dibistan û komeleyên perwerdeyê re di her komîteyekê û Desteya Perwerdeyê de werin lidarxistin.
Dema ev civîn li hemû herêman bi dawî bû, dê civîna salê ji Desteya Perwerdeyê û Fêrkirinê û komîteyên wê re were lidarxistin.”
Semîre Hec Elî anî ziman ku wê pergala nirxandinê di çarçoveya planên xebata desteyê ya sala nû de were pêşxistin.