
Bi derketina vîrûsa coronayê û bi banga ‘ li malê bimîne ‘, şîdeta mêran a li ser jinan zêde bûye. Bi taybet li Tirkiyê di 20 rojên ewil yên vîrusê de 21 jin hatin qetilkirin.
Têkildarî vê mijarê jinên li Bakur axivîn û gotin:
Ji bo parastina ji vîrusê cihên herî bi ewle mal tên nîşandan, lê mixabin jin û zarok bi mêrên ku şîdet û îstîsmarê dikin re li gel hev in.
Gelek kes ji ber daxwazên cuda li xetên 155 polîs îmdat, 183 Xeta Piştgiriya Civakî, 112 Lezgîn, 156 Cenderme digerin û ev xet jî di vê demê de naxebitin.
Di pêvajoya ku hemû rojev bûye vîrus, şîdet û kuştina li hemberî jinan cih na-gre.
Tenê di meha Adarê de 18 jê li malê bi giştî 29 jin hatine kuştin.
Em bi telefon û îmêlan, bi jinan re têkiliyê datînin, lê divê dewlet jî rewşa wan bibîne û di vê mijarê de xwdî tedbîr û berpirsyarî be.
Niha dixwazin bi qanûna înfazê re, gumanbarên sûcên li dijî jin û zarokan pêk anîne bên berdan, lê dewlet dikare van kesan li nexweşxane û otelan îzole bike.