Cemîl Bayik: Rêber Apo Rêberê hemû gelan û yê mirovahiyê ye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dema azadiyê ye’ nirxand û got, “Em dixwazin bi rêya vê pêngavê têkoşîna xwe ya bi salan bi ser bixînin.”
Bayik ji bo serxistina pêngavê bang li gelê Kurd yê li welat û derveyî welat û dostên wan, hêzên demokrasiyê kir ku bi xurtî tevlî pêngavê bibin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV bû û pêngava KCK’ê ya bi dirûşma ‘Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re; dema azadiyê ye’ nirxand.

Bayik destpêkê bal kişand li ser girîngiya pêngavê ya ji bo azadiya Rêber Ocalan û wiha got:

“Rêber Apo ne tenê Rêberê gelê Kurd e, rêberê tevahî gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê ye. Ji ber Rêber Apo rêya azadî û demokrasîyê nîşanî hemû gelan dide û ji bo çareseriya pirsgirêkên wan jî têdikoşe. Ji ber vê yekê herkes deyndarê Rêber Apo ye û divê ji bo azadiya wî têbikoşe.”

Bayik anî ziman ku azadiya Rêber Ocalan pirsgirêkeke netewî, morovî, demokrasî, azadî, exlaqî û wijdanê ye û wiha dewam kir:

“Pirsgirêka Rêber Apo û ya gelê Kurd di nava hev de ye, kes nikare ji hev cuda bike. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e, azadiya gelê Kurd azadiya Rêber Apo ye.”

Cemîl Bayik: Pêngav li dijî qirkirina li ser gelê Kurd e

Cemîl Bayik şert û mercên ku pêngav di nave de hatiye destpêkirin jî nirxand û got:

“Li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê 3’an tê kirin. Şerekî pir dijwar e. Kes li derveyî vî şerî nemaye. Her kesek ji vî şerî bi bandor dibe. Li Rojhilata Navîn statûyên berê hilweşiyan, statûyên nû çêdibin. Li Iraq, Sûriye û Îranê gelek pirsgirêk hene. Di nava van pirsgirêkan de, pirsgirêkên gelê Kurd jî hene. Ji ber navenda şerê Cîhanê yê 3’an esas li Kurdistanê ye. Qedera Kurdan jî qedera Rojhilata Navîn jî girêdayî şerê tê kirine.”

Bayik da zanîn ger Kurd di vî şerî de statuyekê bi dest bixin wê dewleta Tirk êdî nikaribe siyaseta qirkirinê li ser Kurdan bimeşîne.

Bayik destnîşan kir hemû Kurdan wekî dijminê xwe dibîne û da zanîn vê yekê li Xakurkê, Heftenînê, Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî eşkere dike û got;

“Dewleta Tirk ji Şerê Cîhanê yê 3’emîn îstîfade dike, dixwaze Kurdan qir bike. Ji ber vê yekê me pêwîstî dît ku pêngavek wiha destpê bikin.”

Cemîl Bayik: Ji bo serketina pêngavê divê herkes beşdar bibe

Hevserokê Konseya Rêber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku ji bo pêngav bi ser bike ew dixwazên hêzên azadî û demokrasiyê di pêngavê de cih bigirin.

Cemîl Bayik da zanîn ku ev pêngav ji bo hemû Kurdan, dostên Kurdan, gelên Rojhilanavîn e û bang li herkesî kir ku bi xurtî beşdarî pêngavê bibin.

Back to top button