39 rewşên nû yên vîrûsa Coronayê hatin tomarakirin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 39 rewşên nû yên vîrûsa Coronayê hatin tomarakirin.

Desteya Tenduristiyê, bîlançoya dawî ya pêketiyên vîrûsê eşkere kir, ku 39 rewşên din ên Coronayê hatin tomarkirin û 16 kesên din ji Coronayê baş bûne.

Ew jî;

  • 10 li Hesekê
  • 9 li Qamşlo
  • 7 li Dêrikê
  • 7 li Dirbêsiyê
  • 2 li Girkê Legê
  • 2 li Kobanê
  • 2 li Şehba

Desteyê diyar kir ku, 16 kesên din ji Coronayê baş bûne.

Bi van daneyên nû re, jimara pêketiyan derket 1343’an, 379’an ji wan baş bûne û 55’an jî jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button