Li Qamişlo û Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêber Apo mele li hev civiyan

Li Qamişlo û Dirbêsiyê ji bo azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo Îmam û mele li hev civiyan.
Îmamên herêma Cizîrê diyar kir ku divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bê û fikra wî ya banga biratî û aştiyê li cîhanê dike belav bikin.

Piştgiriya pêngava ‘ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadi û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ zêde dibe.

Duh li Rimlan û Hesekê, îro jî li Qamişlo û Dirbêsiyê Mela û îmamê mizgeftan ji bo piştgiriya pêngavê li hev civîyan.

Meclisa Olê ya Qamişloyê ji îmam, nûnerên Meclisa Olê ya Jinan re li bajar û navçeyên kantona Qamişloyê (Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîsê) civîn li dar xist.

Civîn li mizgefta Qasimo ya li taxa Xerbî ya Qamişloyê pêk hat.

Îmamên Cizîrê: Em fikra Rêber Abdullah Ocalan a biratî û aştiyê belav bikin

Di civînê de, endamê rêvebera Kongreya Îslama Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan siyasetên pergala hegemon a global û armancên lawazkirina gelan şîrove kirin û got:

“Rêbertî bi fikra xwe li pêş van siyasetan bû asteng û fikra jiyana hevbeş û yekitiya gelan pêşkêş kir.

Ji lew re ew girtin û îro jî ev siyaset dewam dikin.”

Beşdaran jî piştgiriya pêngava cîhanî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin.

“Fikra Rêber Apo ji tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn re çareserî ye”

Kongreya Îslama Demokratîk biheman armancê li navçeya Dirbêsiyê ya Hesekê civînek ji îmamên navçeyên Dirbêsiyê, Zirgan û Til Temirê re li dar xist.

Rêveberê Ragihandinê ya Kongeya Îslama Demokratîk Sultan Temo axivî û wiha got:

“Fikra Rêber Abdullah Ocalan ji tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn re çareserî ye.

Rêber Abdullah Ocalan bi rêya fikra xwe ya neteweya demokratîk bi dehan salan di oxira azadiya gel û yekitiya wan de têkoşiya.

Ji lew re divê hemû di oxira pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî de têbikoşin.”

Beşdaran jî gotin, divê tecrîd bê şikandin û Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad be.

Li Helebê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşek hat lidarxistin

Back to top button