Duh artêşa Tirk a dagirker Rûspiyê êla El-Bû Esaf ê bi navê Elî El-Himêdî El-Henûş, li Girê Spî revandin.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûrî, ragihand ku çeteyan li Girê Spî rûspiyê êla Bû Esaf Elî El-Himêdî El-Henûş, ji mala wî revand.
Çavkaniyeke nêzî malbata Elî, diyar kir ku çeteyan bi 4 erebeyan girtin ser mala Elî û ew revandin.
Her wiha çeteyan bi 3 erebeyan mala Şêxê êla El-Hinda Ibrahîm El-Îsa li Girê Spî dorpêç kirin
Berî niha jî çeteyan ew revandibû, û bi fîdyeya 2 milyonan hatibû berdan.