Nivîskaran 6. pêşengeha pirtûkan a şehîd Herekol nirxandin

6’emîn Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol ku li Qamişloyê hatiye destpêkirin di roja 7. de dewam dike. Nivîskarên ku beşdarî pêşengehê bûne qala girîngiya wê kirin.

Nivîskar û lêkolînerê Kurd Salihê Heydo yê ku bi 60 sernavên cuda beşdarî pêşangehê bûye wiha got:n “Pêşengeh çalakiyeke wêjeyî ya pir xweş e; ziman û çanda me ji gelek salan ve tên bişaftin.

Axaftina bi zimanê me wê demê qedexe bû. Îro gaveke xweş û erênî ye ku ji bo parastina dîrok, çand û zimanê Kurdî, bi hezaran pirtûkên Kurdî bi serbestî werin pêşandan.”

Salih Heydo bal kişand ser Şoreşa 19’ê Tîrmehê û diyar kir ku eger ne şoreş ba me ev tişt nedidît.

Nivîskar Anahîta Sîno jî da zanîn ku îsal pêşengeh bi sernav û zimanên cuda taybet bû.

Nivîskar Qadir Egîd jî got pêşangeha îsal bi tevlêbûna gelek weşanxaneyên ji herêmên cuda ji salên berê cudatir bû.

Tê payîn ku pêşangeh di 29’ê Cotmehê de, bi xelatkirina nivîskar, wêjevan û weşanxaneyên beşdar bi dawî bibe.

Back to top button