Qibrisê derbarê helwestên “YE” li ser binpêkirinên Tirkiyê, berteka xwe nîşan da

Hikûmeta Qibrisê derbarê helwestên Yekîtiya Ewropayê yên şermok li ser binpêkirinên Tirkiyê, berteka xwe nîşan da.

Berdevkê Hikûmeta Qibrisê di axaftina xwe ya ji çapemeniyê re derbarê vekolandina nerewa ya Tirkiyê di rojhilatê Deryaya Spî de axivî.

Hat gotin ku Yekîtiya Ewropayê şerm dike ku li dijî binpêkirinên Tirkyê li Deryaya Spî bi roleke aktîv bilîze.

Bang li Yektîiya Ewropayê hat kirin ku li rojhilatê Deryaya Spî hebûna xwe zêde bike û pêşî li binpêkirinên Tirkiyê bigire.

Duh jî Wezîrê Derve yê Yekîtiya Ewropayê, Josê Borrell, anî ziman ku Tirkiyê bi kiryarên xwe li Deryaya Spî aloziyan kûrtir dike û aramî û ewlehiya li herêmê têk dibe.

Borrell bang li Tirkiyê kir ku yekser hemû karên xwe yên nerewa di Deryaya Spî de rawestîne û dest bi diyalogên bi Yekîtiya Ewropayê re bike.

Back to top button