Behreynê êrîşên Tirkiyê ser Başûr Kurdistanê şermezar kirin

Hikûmeta Behreynê êrîşên domdar yên dewleta Tirk li ser deverên sînorî yên Herêma Baûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Îro dibin serokatiya Emîrê Behreynê Selman Bin El-Xelîfe de rayedarên hikûmetê civiyan.

Piştî civînê têkildarî naveroka civînê daxuyaniyek nivîskî hate belavkirin.

Di beşek ya daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser deverên sinorî yên Herêma Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Hate gotin ku êrîşên dewleta Tirk binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye û dibe gefek li ser ewlehiya herêmê ye.

Her wiha banga rêzgirtina serweriya Iraqê hat kirin.

Beriya niha jî gelek welatên Ereb êrîşên Tirkiyê ser xaka Başûrê Kurdistanê û hedefgirtina hêzên Iraqê şermezar kiribûn.

Back to top button