Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Qamişlo konfrans lidarxist

Di bin dirûşma “Jinên Sûriyeyî di bin dagirkeriya Tirkiyê de di nava êş û berxwedanê de ne” Meclisa Jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê konferansek lidarxist. Di konfransê bal hate kişandin ser sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê ên li herêmên dagirkirî û bang li NY hate kirin ku rê li hember van sûcên hovane bigre.

Bi armanca nîqaşkirina rewşa jinên li herêmên dagirkirî û dîtina çareseriyekê Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê konfransek li darxist.

Konfrans bi amadebûna tevger û rêxistinên jinan, Rêveberiya Xweser, nûnerên Têkiliyên Derve û diplomasî, Kongreya Îslama Demokratîk û koçberên hin herêmên dagirkirî, li Hola Zana ya Qamişlo pêk hat.

Her wiha hin mêvan ji Tûnis û Misrê li ser skaype beşdarî konferansê bûn.

Di konfransê de endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Asya Ebdullah axivî.

Asya abdullah: armanca êrişên dagirkeran qirkirina jinan e

Asya Abdullah da zanîn ku armanca sereke ji êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê kirin qirkirina jinan e.

Newroz Ehmed:YPJ bû bingeha xwe rêxistinkirina jinan

Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed jî anî ziman ku di nava şer de yên ku herî zêde bedelan didin jin in.

Newoz Ehmed teqez kir ku tevlîbûna jinan a nava refên YPJ’ê bû bingehek ku jin di hemû qadan de xwe birêxistin bike.

Îlham Ehmed: Heta niha ny sûcên dewleta Tirk û çeteyan nexistiye raporên xwe

Her wiha Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed anî ziman ku heta niha NY sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Sûriyê pêk tînin, di raporên xwe de destnîşan nekirine.

Îlham Ehmed got: “Kesên li herêmên dagirkirî têne girtin, MÎT a Tirk bi wan re lêpirsînê dike û wan îşkence dike.”

Îlham Ehmed bang li civata navneteweyî kir ku dewleta Tirk fermî wekî dagirker were binavkirin, her wih li herêmên dagirkirî rê li pêşiya ragihandinê were vekirin da her tiştî belge bike.

 

Back to top button